Toplam Sayfa Görüntüleme Sayısı

25 Kasım 2011 Cuma

Ramûsanên Qedexe - Aydın Orak

Di rojên qedexe yên derketina kûçeyan de
Bi meherkên qetiyayî di resên sevan de
Ji mijankên te û lêvên sermok
Bêzagon û bêqedexe
Min ji te standin ramûsan bi barê hespan
Bêrawest im li rawestgehên te
Kelehên sîngên te hidûdên namûsê ne
Ji tiliyên lingan heta porê seran
Ramûsanên qedexe ne
Weke mirin û jiyanê
Dîwarên kevirî ne ramûsanên te
Tilîlî kêm nabin ji dîlanên te
Dilê hesinî bi zincîr e
Siya xençerê pir kûr e
Girêdayîne ramûsanên te bi têlên direhî
Êsîr in di nav mahkumên re*** de
Vesarîne ramûsan di lêvên te yên qedexe de

Ez Diçim - Aydın Orak

Rojeke yeksemê bû
Berf û baran dibarî
Te ez histim û tu çûyî
Te stêrk li du xwe histin
û
Tu ber bi nediyariyekê ve çûyî
Dilêmin li her derê li te digere
Pistî wê roja ku tu çûyî
Êdî nema tama jiyanê
Çi roja ku berf dibare
Tu dibî kul û di dilêmin de
Brîneke nû vedikî
Bi van birîna gelo ez ê
Çend rojên din bijîm ?
Min hêviya xwe ji jiyanê qut kir
Êdî ji dinyayê zindiyekî din koç dike
Stêrkek din dikeve erdê
Rojeke yeksemê ye
Dinya bi berf û baran e
Bila roj û ronahî ji te re be
Sev û tarî ji min re be
Bila kulîlkên hemû cîhanê ji tere bin
Kelem û striyên wan kulîlkan ji min re bin
Belkî haya te ji van gotinên min tûne be
Bila be ez pê razîme
Ez bi vê bextresiya xwe
Bi vê xemgîniya xwe
Her tistî li du xwe
Dihêlim û diçim...

Textê Dîlberî - Ehmedê Xanê

Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Şîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?

Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere

Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e

Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere

Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e

Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e

Çav in gello? Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in
Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e

Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya Şeker,ew suhd e yane xebere

Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e

Dêm, ŞûŞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e

Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e

Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e

Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e

Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e

Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e

Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e

Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.

Her Dilanım - Ehmedê Xanê

Her di nalim Şev û rojan, meger ez Eyyûbim ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequbim ez

Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in
Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez

Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez

Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar
Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez

Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal
PadîŞahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez

Were Bînahiya Çavan - Malayê cizîrî

Were, bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê,
Zerîfê nazikî şengê, Sifet horiyê, perî rengê,

Bi rojêra tu hevdengî, Du reştozên siyah rengî,
Kişandin, lê ne wek caran, Xedengê qewsê nûbaran,

Ji rengê şîr û mukaran, Wesand sîne wek baran,
Ji wê zerbê pir êşanim, Sibah li xêr ya xanim,

Were bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê,
Veke carek xet û xalan, Li ser van mestned û palan,

Bixûne, lê me ebdelan, Bibînin eyd û sersalan,
Îcazet de me destûrî, Perî rengê, sifet horî,

Ji nîva zulmet û nûrî, Binûşin mey di ferfûrî,
Ji dil talanê xalanim, Sibah li xêr ya xanim,

Were bînahiya çavan, Bibînim bejn û balayê.

Pir Ji Dîna Te Xerîb İm Xanim - Malayê Cizîrî

Pir ji dîna te xerîb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can teşnelebî lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
Yûsifî cirhekeşî hicran im
Niqteyî daîreyî rindan im
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenûşî qedehî hirman im
Bedel ateş ji ceger biryan im
Lew perîşan im û pir êşan im
Aşiqî nazik û mehbûban im
Tu mebîn bêser û bêsaman im
Gulî baxê iremî Bihtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan im
Çi tebîet beşer û insan im
Lilehil hemd çi alîşan im
Di riya yar li rêza san im
Lew di iqlîmî sixen xaqan im
Sibehî îd e û ez pê zanim
Ko bi kêra te seher qurban im
Xweş birîndarekî bêderman im
Carekê şefeq e rûhim can im
Ji Xwedê re veke benda beriye.
Dînbirê hurmisalê zeriyê
Nazikê nîşkerê sirperiyê

Îro Ji Hûsna Dîlberê - malayê Cizîrî

Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn

Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
şemsa semayê rabi' e
Lew pir ji şewqê şewwişîn
Pir şewwişandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê meşîn

Selwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweşîn

Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reş în
Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweşîn

Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir şewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê herişîn
Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweş în

Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê nişîn

Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weşîn
Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reşîn

Mawer ke terh û bişkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
şetrî bi mestî lê xwişîn
Şetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiş în

Meşha seher yarê şefîq
Da min bi enguştên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiş în

Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê şem'a geş în
Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reştûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqişîn

Kuştim bi qewsê 'enber e
şoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeş în
Mihnetkeşên roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweş în

Zulma tu kî pir pê xweş im
Sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im
Rûhek mucerred bêleş în

Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweş în

Wênekêş - Şêrko Bêkes

Êwareyekî direngwext.
Xornişîn xoy wênekêş bû…
Barîkele û qijî tenk!.
Le ser kursîy hewrêk spî
Piştkomawe… danîştibû
Keme… keme
Rengî sûr û rengî zerdî
Le naw defrekî aso da
Têkell kird û
Tabloyekî pirteqallîy siryaliyaney
Lê dirust kird:
“Firîşteyek le memkî allawe û
Dozexewan rawestawe û
Kollewijî lolaqêkî be destewe û
Pê ekenê!”
Xorinşînî wênekêşî şipirzey naw
Rengî ciyaciya
Tabloy hellgirt day be şanya
Ta wek diyarî
Bîba bo kiçe estêrey gerdûnî dûr!
Hêşta ew her be rê we bû
Le deştî hewr eperriyewe
Le pirr tarîkî rêjiney baranêkî darrjan û
Tablo xusayewe rengî û
Wênekêşîş le meraq da…
Lew dîw şaxekan awa bû!

Axîna Te Nalîna Min - Feqîyê Teyran

Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile

Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim

Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê

Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim

Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Çarîn - Baba Tahîrê Ûryan

Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.

Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim

Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewda te ye
Gumana min ev e ku xaliqê te
Veşartî î di temaşa te de ye

Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e

Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min

Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse

Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye

Biçim ez ji vê alemê bider çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim
Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim

Eger destêm bighê çerxa felekê
Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:
“Te bi yekî dayiye sed nîmet
Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê”

Îlahî biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Hemû min biqewrînin tême cem te
Ku ji te biqewirim biçim cem kê

Dayê Tu Megrî - Cegerxwîn

Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin
Çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Xwendin nehiştin li nav me kurdan
Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Şêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Va em şiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Dijmin du nifşin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Divêt bi leşker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêş neyaran
Êrîş bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaşînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Rabe bi hev re em herne şaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xweş rengê çiraxan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Milên xwe bidne milên me şêran
Di şevreşan bin rengê sitêran
Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me şerm e
Ta kengî dijmin paşa li ser me ?
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Şêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !

Kanîya Evînê - Cigerxwîn

Ez û bilbil bi gul û yar navdar in
Nîşanê evînê ne tenê ne dildar in

Dost û yar du dar in, payebilind û şîn
Dostanî, dilbijî di nav da pêtî û ar in

Evîndar her yek rengekî dixwazin
Hin dilbijê sorgul û dilbijê reşxar in

Evîn kanî ye, şêrîn û tehlî tê da yek so
Lê li hawir beden û çember û dîwar in

Ji wê kaniyê cihokek tê ser dilê hejar
Pêlên pêşi xweş in, lê ên paşî dijwar in

Gulfiroş - Cegerxwîn

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
_____________________Gul bi dil didî.

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.

__________________Gul bi dil bidî.

Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
__________________Can û dil didî.

Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
___________________Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
____________________Dil bi kul didî.

Kul û Kulîlk- - Rênas Jîyan

Ger ez ba buma
Min ê porê te bialasta
Ger baran buma
Min ê xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemrim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
Xezalên tî avê vedixwun
Ji golên çavên te
Çukên baskokirî
Dilûsin li ser milên te
Meşka xwînê ye ev dilê te
Hevîrtirşê êvara ye kilê te
Îcar jî ji vê kulê nemrim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim

Berî Hûn Min Daliqînin - Rênas Jîyan

berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
...ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin

berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin

berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin

berî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin..

berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin

piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin
ez jahr im

piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin

Şêrgele - Arjen Arî

-Şîrê şêr di eyarê şêr de-
Şêrgele hebûn şêrgele
-Çi mê çi nêr-
Li berpalên Agrî kite-kit dînemêr
li zagrosan kur î kurroj
Û
Sîng kele!

Ristek xerîbî ne d' stiranekê de
Hin di qefesan de lexebkirî, baz
Çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
Kêl spartî çiyayê xewnan
Ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
Şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan!

Şêrgele hene; dûre-war... û bendî
Şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
Şêrgele hene; por-nêrgiz,xec hinark
Bi navê Leylê, û Şerefkendî!

Çiya sêwî ne niha bêyî wan
Helgurd sêwî ye
Sefîn sêwî, Sîpan sêwî...
Çeper bêxwedî ne li Cûdî
Li Lolan sirûd bê olan,çek bê xwedan
Kî bûn ew hokê hokan?
Ew ên çeng eylo,ew ên bejn-hey lo
Kî bû lo, kî bûn
Ew ên dil pola
Û
Gurçik risas? !

Şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
Şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
Şêrgele hene, ji azadiya bi gon
Di bin axa sar de b' axîn razayî!

Di binê aşûteke xezeb-spî de man
An çûn li ber pêlên aveke tezî?
Xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
Şev serjê bû bi ser rojê de
Û şerr bû!
Şerr bû...
Şerr bû...
Şerr bû...
Mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
Şêrgele hebûn: şêr î şervan
Û xewna wan xewna her kesî!

Şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
Şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
Şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
Li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!

Hêvî bûn kite-kit, kite-kit xwezî
Bawerî bûn bawerî, dildarên çiyan
Dil-dojeh, pêçek agir
Landik agir dan,
Jiyan asretek porr-ewr bû

Kê bibêjim,kê ji bîr bikim:
Her nav çiyayekî asê
Her nav dastaneke dêrîn
Her nav dîrokeke wextbirr...
Min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî...
Min navek li kûrê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî...
Min navek li kûrê xwe kir:
Mazlum
Gabar
Munzir...
Min navek li kûrê xwe kiryek:
Yek mir, sedî tol hilanî!

Şêrgele hebûn; koçek Koçgirî
Şêrgele hebûn ji hembêza Agrî
Şêrgele hebûn bi nav İhsan Nûrî
Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!

Gazin - Arjen Arî

Çavên min bide, generalê min
Tu çavên min bide ji kerema xwe!
Te du çav hene generalê min
Min ew winda kirin, û du destên xwe!
Ez Memedê te me, generalê min
Te ez şandim şer, û te ne got min
Şerê ku tu diçiyî çavan jî dixwe!

15 Çarîn -Arjen Arî

Allahû ekber - Arjen Arî

keftar î keftar
çar kenar, har î har
bicivin li termé min
vegijgijînin bi diranén berazî
min bikin qet qet
min bikin piç û parî!


ne cendekekî heram im, ne kelaşekî  nicis:
goşté qewmekÎ me, welatek im
di mélaka min de nikulén dasî
hilqetînin roviyén min
heta bi hinavén min derxin
we bivé germ germ bixwin
we bivé gep bi gep, bi sarî!

piştî her luqmé, piştî her parî
bişikirînin, gur gur bizûrin
li ser 24 termén hişketer
beré xwe bi  jor ve kin
û bibéjin ‘Allahû ekber’!

Nivîsandin - tihoko

Min
Bi pénûsek
Dilgerm
te
Dinivîsand
Min
Dinivîsand
û
çap dikir
çavén te yén
dest girtî.
Min
Bi pénûsek
Diltazî
te
Dinivîsand
Min
Dinivîsand
Û
Helbestén xwe én bejî
Diçavén te de
Dixemiland.

Lome - Tihoko

Ne ser çava
Ne ser sera

Biratî ya we yê derewî
Serè kîrê min re

Çîrçîrok - tihoko

ji ber ku
bi hev şad bibin em
av didan min
av didan her şev
di nav nivînên me yên kevnar de
çîrçîrok ên dilê xwe..
II
gava dorpêç dikir min
xewnên xwe
tazî diman
di çîrçîrok ên dilê min de
şehrezat

YEKBÛN Û YEKİTİYA KÛRDİ - Dr. Kamiran ali bedirxan


Ev Lor û Bextiyarî  Baban ;
Kurdmanc Hevreman û zazan :

Kurdên , ji welatê ;Rom û Sorî ,
Kurdên Ecem û Irak û Sûrî ,

Kurdên ji welatê jor û jêrîn;
Serçav bilind û zexm û nêrîn ;

Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan,
 D' hêvî de yek in û yek di raman,

Yekbext in hemû , ne bextiyar in ,
Ser erd û dinê, liyan û jar in.


***
Zerdeşt bû melayê kevnê Kurda’
Qanon bû çiraya zendavesta’

Ew felsefeya qedîm û pir nûr ,
Zendî, zmanê kevn û meşhur

Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeş
Ruhnî ew e , ser çiyan û ser deşt .

Her kat ji kitêba Zendavesta
Pêtek bû li dil , gurî di desta

***

Ristem ji me ye û şah Nadir ,
Siltan selahedînê denggîr .

Xanî û Melayê Bate , teyran ;
kî Kurd in hemû ji xwîna Kurdan.

Nabi ji me ye, û Şêx Ehmed;
Hîmê me ye Zend û dewleta Med .

Agrî , Sîne , Wan û Muş û Zîlan ,
Kanî ne , ji wan vejîne xortan ,

Sini , Elewî û Eyzedî çî ? '? ?
Em bûne xulam û mane birçî

Kurd in , ne cuda ji dar û ra ne
Bin destê Xwedê û yek xwedan e



Kurd in hemû em , ji yek nîjad in
Tev dad û kerem û pak nihad in

Bextên me yek in ,ne sê ne çar in
Em Kurd in û tev bira û yar in,

***

Agrî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan,
Kanî ne ji wan vejîne xortan

Sinî Elewî û Eyzedî  çî ? ? ?
Em bûne xulam û mane birçî I I !

Bèrût: 23 Gulam 1929

Kovara Hawar , Hejmar:4, Rûpel:2


XATİRXWEZİYA MEMİ - Kamiran elî Bedirxan


Mem got, de keremke ezbemi tu.
Dêka min î tu, ne bay î wek dû,

Qedrê te erê gelek giran e,
Mem qedrê dêyan gelek dizane .

Ser pêsir û sîng û paşila te
Germî kê dida? tinê dilê te.

Dadê tu yî tu, tu dadika min,
destê te hejand mehdika min.

Alos î erê,erê tu dê yî ;
Fêkê te me, ez tu dar û ra yî

Dadê megirî xwedê pîyar e,
Lawê te ye Mem ji dê le yar e

Mak î erê tu, tu yî dilovan
Lingê te de Mem peşîb e, qurban

îznê bide min ko dilbirîn im .
Dadê ji tere keça te bînim.


Kovara Hewar, Hejmar:1,  rûpel:6,

STRANA DİLAN - Dr.A. Kamiran Bedirxan



Lêvên te du pêt in
Çavên te stêr ,
Diranên Te mirarî
Dilê te dêr.

Ava bi ronahî
Wek  Zerdest î
Dinê û ezman i
Mêrg û dest î .

Sor î rohelat î
Deng û nay î
Buhar û blûr î
brûsk û ba yî.

Porên te zêr û zer
Cane te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û şîv.

Taûsê arper î
kenîna bûk
Bikene dimirin
Bakur û pûk.

Tu ewrên ezman î
Tu keskesor
Li ber lamên te lez.
Dimire sor.

Tijî hêvîn tu î
Hesret ji tu
Zana û ferzane
Şiret jî tu.

Çêkeke dêlal  î
Dengekî çak
Kanîya zelal î
Wek berf î, pak.

Xwesteka min tu î
Strana min î
Mêkewa min tu î
Şivanê min î.




Xezala min tu î
Çavên te reş
Ez beranê te me
Sînga min geş.

Pêşnivejê te me
Tu mizkeft î
Dilê min ezman e
Têde stêr î.

Di çavê roj ù hèV;
Ronahî tu,
Li qesra spehiyan;
Avahî tu.

Singa te çiya ye
Tu agir î
Li buhiştî hêvîn
Pêxember î.

Bêkes im û tinê
û bê dotmam
Di vê dinyayê de
Bê govend mam .

KolilKa Adar î
Bihna buhar î
Tu deng û hawar î
Stêra êvar î.

Pêşnivêjê te me
Tu mizqeft î
Dilê min ezman e
Têde stêrk î.



Porên te zêr û zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û Şîv.
                                           
Kovara Hawar

XANÎ - Kamuran Elî Bedirxan

     
Ew nûr e, herê li erdê şihrê
Şihra me ye , şihra bendewari

Seydayê me ye, melayê yekta,
Ava kirîye bi ,şor, kesran,

Parîsè guli bi şoré Kurdî,
Ava te dikir melayê xanî.

Bê zêr ù kevir, ji pêta arî.
Ava te dikir serayê şihrê.

Gewher  ew e , ew û can e bistam,
Destpêkire ew, û da ew encam.

Rubnahî te da, li erdô Kurdan,
Ruhnaliîya te, delala yezdan.

Hêvîn tu î, tu çavè sayda,
Ferzane î tu û lawê mewla.

B' sazê, te dikir, te da wê cûşiş,
Ey bişvekiro ! te di wê xwabiş.

Şeştarê te ye, ko da me zuntîn,
Firdews li kû ye , bihar ù havîn.

Gul, bilbil û ney û meqam û jale,
Tev de dikirin fixan ù nale.

Zêrker  tu î tu ne pîlewer  tu,
Seyda yî berê, û ser hiner  tu .

Meywa te xweş e û avdar e.
Wek  Xanî kî ye?  tu kes nikare.

Bercîs tu î tu, tu rêberè me,
Texte te di dil û ser serê me.

Tirba te ne ax e, cané Xanî.
Tirba te dil e û cawîdanî.

Rehmet bi te ye û pesna  yezdan,
Heyrana te ne, xulam û xakan_

Kovara Hawar, Hejmar:2, rupel:4, 

ŞEVA WE XWEŞ - Celadet Eli Bedirxan


Şev e, Şev çû ava
Hungirê re cihê xwe da

Roj setirî  ket  li doran
Sorînga wê ma li boran

Lê, şûna xwe vala ne hişt,
Hêv û stêrik şandin ji pişt.

Hêdî Hêdî hilhatine ,
Li ser seran xweş hatine .

Ber bi me tên ji zozanan,
Belav bûne li ezmanan .

Hatin hatin pêrgî-hev  bûn ,
Pêwr û mêzin rengî-hev bûn.

Xemilandî geş û şîrin ,
Dinêrin me ji kakeşîn.

Deşt û newal mîna sih in,
Pozên çiyan wek birih in.

Xûya nakin herçî dûr in,
Herçî gir in, tev de bûr in .

Xewa min têt  xewa şirîn,
Li min xweş e, cih û nivîn,

Himbêz bikim dayika xwe ,
Ez Xwe bidim landika xwe.

Hêvî dikim sibeke geş ,
Guhdarîno şeva we xweş.

Kovara Hawar, Hejmir:3, rûpel:2,

ALÊ KURDAN- XerekoL azîzan

Alê kurdan di nav rok ,
Çi bedew û biheybet .
Bi çar reng î, rengên te ,
çi delal û çi xweşkok .
* *****
Xêzek kesk û xêzek sor ,
Nav sipî û nîvek zer .
Keskesor e , bi roj e ,
Ev li jêr û ew li jor
Semyana keç; û lawan  ,
rûmeta jin û mêran .
Neyarên te pir jî bin ,
Tu dê bidî bera wan .
*******     
Ko çirisî roja te ,
De belav bin mij û dû.
Rabe ser xwe ser bilind ,
Nîzing bûye rûja te .


Kovara Hawar, Hejmar 8,