Ew nûr e, herê li erdê şihrê
Şihra me ye , şihra bendewari
Seydayê me ye, melayê yekta,
Ava kirîye bi ,şor, kesran,
Parîsè guli bi şoré Kurdî,
Ava te dikir melayê xanî.
Bê zêr ù kevir, ji pêta arî.
Ava te dikir serayê şihrê.
Gewher ew e , ew û can e bistam,
Destpêkire ew, û da ew encam.
Rubnahî te da, li erdô Kurdan,
Ruhnaliîya te, delala yezdan.
Hêvîn tu î, tu çavè sayda,
Ferzane î tu û lawê mewla.
B' sazê, te dikir, te da wê cûşiş,
Ey bişvekiro ! te di wê xwabiş.
Şeştarê te ye, ko da me zuntîn,
Firdews li kû ye , bihar ù havîn.
Gul, bilbil û ney û meqam û jale,
Tev de dikirin fixan ù nale.
Zêrker tu î tu ne pîlewer tu,
Seyda yî berê, û ser hiner tu .
Meywa te xweş e û avdar e.
Wek Xanî kî ye? tu kes nikare.
Bercîs tu î tu, tu rêberè me,
Texte te di dil û ser serê me.
Tirba te ne ax e, cané Xanî.
Tirba te dil e û cawîdanî.
Rehmet bi te ye û pesna yezdan,
Heyrana te ne, xulam û xakan_
Kovara Hawar, Hejmar:2, rupel:4,
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Not: Yalnızca bu blogun üyesi yorum gönderebilir.