Şev e, Şev çû ava
Hungirê re cihê xwe da
Roj setirî ket li doran
Sorînga wê ma li boran
Lê, şûna xwe vala ne hişt,
Hêv û stêrik şandin ji pişt.
Hêdî Hêdî hilhatine ,
Li ser seran xweş hatine .
Ber bi me tên ji zozanan,
Belav bûne li ezmanan .
Hatin hatin pêrgî-hev bûn ,
Pêwr û mêzin rengî-hev bûn.
Xemilandî geş û şîrin ,
Dinêrin me ji kakeşîn.
Deşt û newal mîna sih in,
Pozên çiyan wek birih in.
Xûya nakin herçî dûr in,
Herçî gir in, tev de bûr in .
Xewa min têt xewa şirîn,
Li min xweş e, cih û nivîn,
Himbêz bikim dayika xwe ,
Ez Xwe bidim landika xwe.
Hêvî dikim sibeke geş ,
Guhdarîno şeva we xweş.
Kovara Hawar, Hejmir:3, rûpel:2,
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Not: Yalnızca bu blogun üyesi yorum gönderebilir.